• Wednesday, 18 February 2026
logo

Konsulusê Franseyê xatir ji Serokê herêmê xwest

Konsulusê Franseyê xatir ji Serokê herêmê xwest

Dema erkdariya wî li Kurdistanê bidawî hatiye.

Îro Konsulusê giştî yê Franseyê yê li Kurdistanê Olivier Dicotini serdana Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya wî weke Konsulusê Franseyê xatir ji Serokê herêma Kurdistanê xwest.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rêzdarî û spasiya xwe bo erk û hewlên Olivier Dicotini yên bo pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Franseyê diyar kir û hêviya serkeftinê di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Ji aliyê xwe ve jî Konsulusê Franseyê Olivier Dicotini rêzdariya xwe pêşkêşî Serokê herêma Kurdistanê û aliyên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê kir bo ev hevkarî û piştîvaniyên ku, di dema pîwerdariya wî de pêşkêşî wî hatine kirin û hêviya vê yekê jî xwest ku, bi heman awayî li gel kesê ku, tê şûna wî berdewam bin.

Nav hatî rola Serokê herêma Kurdistanê bo pêşde birin û bihêztir kirina têkiliyên navbera Franse û herêma Kurdistanê bi girîng wesif kir.

 

Top