• Wednesday, 18 February 2026
logo

Çalakiya malbatên kesên winda di hefteya 751emîn de ye

Çalakiya malbatên kesên winda di hefteya 751emîn de ye

Li ber Pêyekerê Mafê Jiyanê yê Diyarbekirê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Diyarbekirê û malbatên kesên ku ji aliyê hêzên tarî yên li Trkiyê ve hatine windakirin û kuştin; di 751emîn hefteyî de jî daxwaza diyarkirina ciyên xizmên xwe yên winda û cezakirina kiryarên wan bûyeran kirin.

Endamê Rêvebiriya  ÎHD a Diyarbekirê Ercan Yilmaz bal kişand ku sedema windakirin û kuştina wan kesan jî, diyarnekirina çarenûsa wan jî, ji ber çaresernebûna pirsa Kurd e û li Tirkiyê hêj jî kiryarên tawanên ku li hember Kurdan tên kirin, ji aliyê dewletê ve nayên cezakirin, lê tên parastin û ev jî rastiyeke trajedîk e ku her berdewam dike.

Di 751emîn çalakiya malbatên roja şemiyê de, Dr. Recai Aydinê ku di 2ê Tîrmeha 1994an de, hatiye revandin û windakirin hat bibîranîn.

Seroka Jûra Tabîban a Diyarbekirê Elîf Tûran jî hevpîşeyê xwe bi bîr anî û da zanîn ku : “Ev malbatên ku xizmên wan hatine windakirin û kuştin û civaka Kurd, nikarin şîn û taziya xwe jî li gor ku pêwist e temam bikin. Ji ber ku termên miriyên me jî winda ne û me nekariye kêleke gorê jî ji bo wan deynin. Loma em her di şîneke berdewam de ne û divê vê şerma mirovî bi dawî were.”

Di daxuyaniyên çalakiyê de bang û daxwaza her heftê tê kirin ya ‘Bila ciyê windayiyên me bên aşkerekirin û kiryar bên diyarkirin û cezakirin’ hat dubare kirin. Piştî çalakiya rûniştinê civîna çapameniyê bi dawî hat.

 

K24

Top