• Wednesday, 18 February 2026
logo

Dadgeha Brîtanyayê derbarê şandina penaberan bo Riwandayê biryar da

Dadgeha Brîtanyayê derbarê şandina penaberan bo Riwandayê biryar da

Dadgeha Temyîzê ya Brîtanyayê li ser şandina penaberan bo Riwandayê ragihand, plana şandina penaberan bo Riwandayê, ne yasayî ye.

Destpêka îsal Dadgeha Bilind a Brîtanyayê rizamendî nîşan da ku li ser şandina penaber û koçberên neyasayî bo Riwandayê, cardin nirxandin were kirin.

Li gor nûçeyeke AFPê, îro Dadgeha Temyîzê ya Brîtanyayê li ser plana şandina penaber û koçberên neyasayî bo Riwandayê, ragihand ku ev plan ne yasayî ye, ji ber ku Riwanda welatekî Efrîqî ye, nikarin wek welatekî bi silamet were hesibandin.

Ajansa AFPê ji sê dadgerên Brîtanyayê ragihand, “eger kêmasiyên di sîstema penaberiyê ya Riwandayê de neyên sererastkirin, veguhestina koçberan bo Riwandayê, neyasayî dibe".

Nêzîkî salek berê, Hikûmeta Brîtanyayê plana şandina penaber û koçberên neyasayî bo welatê Riwandayê eşkere kiriye.

Top