• Wednesday, 18 February 2026
logo

Di salekê de 68 hezar Sûrî çûne Almanyayê

Di salekê de 68 hezar Sûrî çûne Almanyayê

Ofîsa Fedral a Serjimêriyê ya Almayayê amarên kesên ku daxwaza mafê penaberiyê li wî welatî kirine, eşkere kir.

Li gorî amarên wê ofîsê hejmara penaberên Sûrî li Almanyayê di sala 2022an de gelekî ji sala 2021an zêdetir bûye.

Li gorî amaran, sala 2022an nêzîkî 68 hezar penaberên Sûrî gihiştine Almanyayê. Ew di demekê de ye ku sala 2021an 41 hezar penaberên Sûrî gihiştibûne wî welatî.

Hejmara herî zêde ya penaberên ku di sala borî de gihiştine Almanyayê jî, yên Ukrayanayê bûne.

Li gor amarên Ofîsa Fedral a Serjimêriyê ya Almayayê, sala borî milyonek û 100 hezar welatiyên Ukranyayê çûne Almanyayê û daxwaza mafê penaberiyê kirine.

Heta tebaxa sala bihorî jî 138 hezar welatiyên Ukranî ji Almanyayê derketine û gelek ji wan vegeriyane welatê xwe.

Wê ofîsê behsa penaberên ji Tirkiyê jî kiriye û ragihandiye, di sala 2022an de 49 hezar welatiyên Tirkiyê daxwaza mafê penaberiyê ji Almanyayê kirine.

Li gor heman amaran, sala 2021an jî 19 hezar welatiyên Tirkiyê daxwaza mafê penaberiyê kiribûn.

 

 

Rudaw

Top