• Wednesday, 18 February 2026
logo

Biden Cejna Qurbanê ya Misilmanan pîroz kir

Biden Cejna Qurbanê ya Misilmanan pîroz kir

Serokê Amerîkayê Joe Biden, Cejna Qurbanê ya Misilmanan pîroz kir.

Serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo Misilmanên hem li Amerîkayê û hem jî yên li hemû cîhanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Biden ligel hevjîna xwe Jill Biden hêviyên xwe yên xweşiyê ji bo hemû kesên ku Cejna Qurbanê pîroz dikin ragihand.

Serokê Amerîkayê diyar kir, ku di vê cejnê de sedeqeta Hezretî Îbrahîm û malbata wî ya ji bo Xwedê tê bibîranîn û her wiha girîngiya xemxurî û xêrxwaziyê derdikeve pêş.

 

Rudaw

Top