• Wednesday, 18 February 2026
logo

Koma Wagner tê hilweşandin

Koma Wagner tê hilweşandin

Tenê li hin welatên Efrîqî li ser erkên xwe berdewam dibe.

Li gor çapemeniya Rûsî, piştî serhildan û pevçûna demkurt ya koma çekdar ya Wanger a li dijî artêşa Rûsyeyê, di navbera Putin û Serokê Wangerê de rêkeftin hatiye kirin.

Di encama vê rêkeftina han de vê di 1ê Tirmehê de koma çekdar ya Wanger were hilweşandin û liv û tevgerên vê komê werin kêmkirin.

Wezîrê derve yê Rûsyeyê jî diyar kiriye ku, Wagner li welatên dost û çend welatên Efrîqî berdewam dibin li ser erkên xwe.

Koma Wagner komeke çekdar ya Rûsiye ku, bi pere şer dike û di şerê dijî Ukraynayê de piştîvaniya Rûsyeyê dikir.
 

Top