• Wednesday, 18 February 2026
logo

Dilşad Şehab: Nêçîrvan Barzanî dixwaze pêgeha Herêma Kurdistanê bihêztir bike

Dilşad Şehab: Nêçîrvan Barzanî dixwaze pêgeha Herêma Kurdistanê bihêztir bike

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdanekê li Almanyayê ye û îro li Berlînê bi hejmarek berpirsên wî welatî re civiya û herwiha bi Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz jî dicive. Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab got ku Nêçîrvan Barzanî nûnertiya gelê Kurdistanê li navendên navdewletî dike û dixwaze pêgeha Herêma Kurdistanê bihêzir bike. Dilşad Şehab herwiha got: “Ev serdan nîşan dide ku pêgeha Herêma Kurdistanê pir girîng e. Ev pêşwaziya ku li ser asta bilind ji Serokê Herêma Kurdistanê hate kirin, giringiya rola Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî nîşan dide.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya bo Almanyayê kir û amaje bi wê yekê kir ku parastina berjewendiyên Herêma Kurdistanê li nav xwe û derve yek ji erkên Serokê Herêma kurdistanê ye û ev serdana wî jî di vê çarçoveyê de ye.

Dilşad Şehab got ku ev demek e, bi taybetî piştî guftûgoyên li ser pesendkirina yasaya budceyê hewlek ji bo sînordarkirina pêgeh û desthilata Herêma Kurdistanê heye, lê belê serdana îro ya Serokê Herêma Kurdistanê û hevdîtina wî ya bi Şêwirmendê Almanyayê re bersiveke “gelek mezin e” li hember wan hewlan.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje: “Almanya xwedî pêgeheke bihêz e li ser asata cîhanê û pêşwazîkirina Serokê Herêma Kurdistanê di asta bilinde, dê bibe bersiveke [ji bo wan kesên ku hewl didin Herêma Kurdistanê lawaz bikin] ku Herêma Kurdistanê hêj bi hêz e û pêngavan ji bo bihêzbûnê diavêje.”

Dilşad Şehab da xuyakirin, ku hewla Nêçîrvan Barzanî bo parastina pêgeja Herêma Kurdistanê di destpêkê de li navxwe destpê kiriye û li navxweyî de jî ji bo ji navbirina nakokiyan her tişt kiriye.

Dilşad Şehab behsa peywendîyên navbera Serokê Herêma Kurdistanê û berpirsên hukûmeta Iraqê kir û diyar kir, ku Nêçîrvan Barzanî têgihînek baş bi desthilatdarên Iraqê re pêk anîye got: “Berî niha Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Almanya kiribû û beriya serdanê Serokê Herêma Kurdistanê agahdar kiribû. Niha Serokê Herêma Kurdistanê ew ji vê serdana xwe agahdar kiriye.”

Şehab herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku Nêçîrvan Barzanî nûnertiya gelê Kurdistanê li navendên navdewletî dike û dixwaze pêgeha Herêma Kurdistanê bihêzir bike.

 

Rudaw

Top