• Wednesday, 18 February 2026
logo

Generalekî berê yê Amerîkî: Divê Washington ewlekariya Kurdistanê biparêze

Generalekî berê yê Amerîkî: Divê Washington ewlekariya Kurdistanê biparêze

Generalê berê yê artêşa Amerîkayê Ernest Odierno ji K24ê re ragihand: “Herêma Kurdistanê hevbeşeke giring ya Amerîkayê ye û divê Washington ewlekariya wê biparêze.”

Odierno tekez kir, ew ji sedî 100 piştgiriya şandina sîstema berevaniya asmanî bo Herêma Kurdistanê dikin.

Odierno got: “Ez ji sedî 100 piştevaniya dabînkirina sîstemên berevaniya asmanî bo Herêma Kurdistanê dikim, ji ber ku Kurdistan ji bo me hevbeşeke giring e û niha pêwîstiya wan bi sîstema berevaniya asmanî heye, ji ber ku ew gelek caran rastî gefa Îranê û hevpeymanên wê de dibe.”

Her wiha got: “Ez geşbîn im ku ew projeyasa ji Encûmena Senatoyê re derbas bibe, lê ez ne piştrast im ku Serok Biden wê îmze bike yan na, lê di berjewendiya me de ye ku em alîkariya parastina asayîşa Herêma Kurdistanê bikin.”

Derbarê pisa gelo ku fermana bicîkirina sîstemên berevaniya asmanî li Herêma Kurdistanê ji Pentagonê hatiye dayîn yan na, Odierno got: “Du rê hene ji bo wê yekê, yan Pêşmerge ji bo bikaranîna wan were perwerdekirin, yan jî Amerîkî dikarin bi xwe çavdêriya wan li navçeyê bikin.”

 

K24

Top