• Wednesday, 18 February 2026
logo

Wezîrên Derve yên Tirkiye û Amerîka pêşhatên Rûsya gotubêj kirin

Wezîrên Derve yên Tirkiye û Amerîka pêşhatên Rûsya gotubêj kirin

 Wezîrê Derve yê Tirkiye Hakan Fidan û Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken bi telefonê axivin. Herdu wezîran pêşhatên Rûsya û navçeyê gotubêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiye, Îro 24ê Hezîranê 2023ê Wezîrê Derve yê wî welatî Hakan Fidan bi hevtayê xwe yê Amerîka Antony Blinken re hevdîtineke telefonî encam da.

Di vê axaftina telefonî de herdu wezîran pêşhatên niha yên Rûsya, serhîldana Grûpa Wagner û pêşhatên navçeyê gotubêj kirin.

Ev di demekê de ye ku her îro Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsya Vladimir Putin jî bi telefonê axivîbûn û pêşhatên li Rûsya gotubêj kiri bûn.

Damezrênerê kompaniya ewlekariya taybet Wagnerê Yevgeniy Prigozhin (Vagnir Yivgeniy Prîgojin), artêşa Rûsyayê bi organîzekirina êrîşa li ser Wagner tawanbar kir û gefa bersivdayînê xwar, şervanên Wagner ji Ukraynayê derketin û derbasî sînorê herêma Rostovê bûn.

Li ser vê rewşê, Servîsa Ewlekariya Federal (FSB) bi sûcdariya "isyana çekdarî" doz vekir.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn serhildana Wagner wekî "xiyaneta li hemberî welat" bi nav kir. Prigozhin da zanîn ku ew dê biçin Moskowayê û rêveberiya Kremlînê jî li gelek deverên welat tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.

Şervanên Wagner piştî Rostovê bajarê Voronezhê girtibûn.

 

 

Top