Putîn: Ji bo têkoşîna li dijî terorê rewşa awarte hat ragihandin
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn got, “Grûpa Wagner serî hildaye û dixwaze Rûsyayê ber bi şerê navxweyî ve bibe.”
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku artêşa Rûsyayê di amadebaşiyê de ye û got, “Li Moskowê ji bo têkoşîna li dijî terorê rewşa awarte hat ragihandin.”
Pûtîn got, “Em dê Rûsyayê biparêzin û bersiva me ya li hemberî serhildana grûpa Wagner wê dijwar be.”
Serokê grûpa Wagner şer li dijî artêşa Rûsyayê ragihand û gef li her kesê ku dê derkeve pêşiya wan xwar.
Rudaw
