Li Silêmaniyê ji ber “cudahiya baweriyên olî” ciwanek hate kuştin
Asayîşa Silêmaniyê ragihand, piştî 24 demjimêran ji kuştina Xwanas Wirya, hêzên wan tohmetbar desteser kirine. Asayîşê got, “Tohmetbar sedema kuştinê bi cudahiya baweriyên olî ve girê dide û li xwe mikur hat ku wan gelek caran nîqaş kirine û li ser mijarê li hev nekirine.”
Li nav bazara giştî ya navçeya Çemçemal a Silêmaniyê roja Pêncşemê ciwanê 25 salî yê bi navê Xwanas Wirya ji aliyê motorsîkletsiwarekî ve rastî êrîşa çekdarî hat û canê xwe ji dest da.
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê îro Înê bi daxuyaniyekê desteserkirina tohmetbarê kuştina Xwanas Wirya ragihand û diyar kir ku ew di sala 1995an de ji dayik bûye û xelkê Çemçemalê ye.
Tohmetbar li gor madeya 406 a yasaya cezayê ya Iraqê hatiye desteser kirin. Asayîşa Silêmaniyê li ser sedema kuştina Xwanas Wirya got, “Tohmetbar sedema kuştinê bi cudahiyên baweriyên olî ve girê dide û li xwe mikur hat ku wan gelek caran nîqaş kirine û li ser mijarê li hev nekirine.”
Li gorî şahidan Xwanas Wirya roja Pêncşemê li ber dikaneke cilûbergan bûye û kujer gule li wî barandine.
Rudaw
