• Friday, 30 January 2026
logo

Fenomenê torên civakî 2 zarokên xwe kuştin û dawî li jiyana xwe anî

Gulan Media January 16, 2026 Civakî
Fenomenê torên civakî 2 zarokên xwe kuştin û dawî li jiyana xwe anî

Li navçeya Sariçamê ya parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê, bavekî bi demançeyê du zarokên xwe kuştin û paşê dawî li jiyana xwe anî.

Bûyer li taxa Boynuyogunê ya navçeya Sariçamê ya parêzgeha Edeneyê li vîlayekê rû da.

Li gorî agahiyan, Sergen Altunbaşê 34 salî bi demançeyê gule li zarokên xwe Adaya 8 salî û Mertê 6 salî reşandin.

Sergen Altunbaş, piştî ku zarokên xwe kuştin bi heman çekê xwe jî kuşt.

Li ser agahdarkirinê tîmên polîs û tenduristiyê çûn cihê bûyerê û li malê termên Altunbaş û zarokên wî dîtin.

Xizmên wan otomobîl şewitand

Piştî bûyerê xizmên malbatê çûn herêmê û agir berda otomobîla Altunbaş a ku li baxçeyê malê parkkirî bû.

Hat zanîn ku hevjîna Sergen Altunbaş ji ber nîqaşên beriya çend rojan ji mala xwe çûye û zarok li cem bavê xwe mane.

Fenomenê medyaya civakî bû

Hat diyarkirin ku Altunbaş fenomenê medyaya civakî bûye û bi hevjîna xwe re vîdeo çêdikirine.

Altunbaşê ku demekê bi malbata xwe re li Amerîkayê jiyaye, li ser YouTube û Instagramê vîdeoyên wekî "Meriv çawa vîzeya Amerîkayê distîne?" belav dikirin.

Her wiha hat zanîn ku Altunbaş xwediyê şirketekê bû û şêwirmendiya vîzeyê dikir.

Beriya çend mehan Sergen Altunbaş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsîbû, "Jin mirov dike wezîr jî, rezîl jî."

Polîsan li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

 

Rudaw

Top