• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Trabzonê êrîşî Karkerên Kurd hate kirin

Li Trabzonê êrîşî Karkerên Kurd hate kirin

6 karkerên Kurd hatine birîndarkirin.

Li gor çapemeniya Bakûrê Kurdistanê duhê êwarê li bajarê Trabzonê komên neteweperest yên Tirk bi awayeke komî êrîşî ser hijmareke karkerên Kurd kirine.

Hate zanîn di encama êrîşa han de herî kêm 6 karkerên Kurd birîndar bûne ku, birîna hinek ji wan gelek dijware.

Êrîş li ber çavên hêzên ewlekarî pêk hatiye û hêzên ewlekarî jî tenê li êrîşkaran mêze kirine û ti tedbîrek nestendine.

Top