Li Semsûrê bi hêza 4.1 erdhejek rû da
Hat ragihandin ku îro danê sibê li navçeya Çelîxanê ya Semsûrê bi hêza 4.1 erdhejek rû daye.
Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Karesat û Lezgîb (AFAD) hatiye dayîn, li navçeya Çelîxanê ya Semsûrê bi hêza 4.1 erdhejek rû daye.
Da zanîn jî, erdhej di demjimêr 08:21an de û 7.01 kîlometre bin erdê rû daye.
Alîkarê Parêzgarê Semsûrê Muhammet Tugay jî ragihand, heta niha ti ziyanên canî û madî nehatine tespîtkirin.
K24
