• Wednesday, 18 February 2026
logo

Milîsên Esayîb Ehlî Heq dest danîn ser navçeya Kesk û eşîreta Serokwezîr bi hewarê ve diçin

Milîsên Esayîb Ehlî Heq dest danîn ser navçeya Kesk û eşîreta Serokwezîr bi hewarê ve diçin

Siyasetmedarekî tê nasîn ê Iraqê di bernameyekî gotûbêjî ya kanaleke Iraqê de, zanyariyên metirsîdar ên derbarê aloziyên çend rojên borî yên li navçeya Kesk a Bexdayê de aşkera kir.

Siyasetmedarê tê nasîn û navdar ê Iraqê Ehmed Elebyez di bernameya ‘’Kelam’’ a kanala Wen News a Iraqê de ragehand: ‘’Çend roj berî naha milîsên Esayîb Ehlî Heq ên ser bi Qeys Xezelî, bi hêzeke çekdar a zêdeve dest danîn ser navçeya Kesk a bajarê Bexda ya paytexta Iraq a federal û hêzên Fewca parastina serokatiya wezîr li wan navçeyan derxistin. Lê tişta pir ecêb ew e, hikûmetê nekarî ti tiştekî li wan bike, ji ber piştre hêzeke çekdar a ser bi eşîreta serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi hewarê geheşt û eşîreta Sûdanî daxwaz li hêzên Xezelî kirin derkevin derve.’’

Siyasetmedarê Iraqê bi pêkenîn ve pir kir: ‘’Gelo ma dewlet û hikûmranî waha birêve diçe?’’

 

Basnews

Top