Piştî serdana xwe ya Tirkiyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşte Hewlêrê
Piştî serdana xwe ya Tirkiyê û civîna ligel Serokomarê Tirkiyê û Wezîrê Derve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gihîşte Hewlêrê.
Îro Sêşemê 20ê Hezîrana 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî gihîşte Enqerê û ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan civiya û vê êvarê vegeriya Hewlêrê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê hevdîtina ligel Erdogan de li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” ragihand, “Min îro bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir û pîrozî li dubare hilbijartina wî kir.”
Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî aşkere kir: “Me li ser pêşdebirina pêwendiyên dualî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.”
K24
