• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hevseroka Kantona Qamişloyê di êrîşa Tirkiyê de canê xwe ji dest da

Hevseroka Kantona Qamişloyê di êrîşa Tirkiyê de canê xwe ji dest da

Artêşa Tirkiyê otomobîlek li ser rêya her du gundên Til Şeîr û Beyandorê yên ser bi Tirbespiyê ve bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 3 kesan canê xwe ji dest dan ku yek ji wan Hevseroka Kantona Qamişloyê ye.

Îro berê nîvroyê droneke Artêşa Tirkiyê otomobîlek li ser rêya her du gundên Til Şeîr û Beyandorê yên ser bi Tirbespiyê ve derdora saet 11:30an bombebaran kir.

Li gorî zanyariyan di êrîşa dronî ya Tirkiyê de 2 jê jin 3 kesan canê xwe ji dest dane. Hate ragihandin ku kesên jiyana xwe ji dest dane Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û şofêrê otomobîlê Firat Tûma ne.

Herwiha hat ragihandin ku di heman êrîşê de Hevserokê Kantona Qamişloyê Gabî Şemûn jî birîndar bûye.

 

Rudaw

Top