• Wednesday, 18 February 2026
logo

Îraq û Qeter çend rêkeftinên girîng îmze kirine

Îraq û Qeter çend rêkeftinên girîng îmze kirine

Ev rêkeftina han Îraq ji Îranê dûr dixe.

Li gor çapemeniya Îraqê di civîna navbera Emîrê Qeterê û Serokwezîrê Îraqê de yaku, pêncşema hefteya derbasbûyî li Bexdayê hatibû lidarxistin, sê rêkeftinên gelek mezin di navbera Îraq û Qeterê de hatine îmzekirin.

Buhayê wan rêkeftinan nêzî 10 miliyar dolare û li gor yek ji wan rêkeftinan vê kompaniyên Qeterî du navendên hêlbirîna elektirîkê û dabîn kirina sûtemeniyê li Îraqê ava bikin.

Ev her du navendên han vê 2 hezar û 400 mw elektirîkê çê bikin û bi vê rengî pêdiviya Îraqê bi Îranê nehêlin û Îraq ji Îranê dûr bixin.

Top