• Wednesday, 18 February 2026
logo

Îskenderûn di bin avê de ma

Îskenderûn di bin avê de ma

Li navçeya Îskenderûnê ya ser bi parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê ve, asta ava Deryaya Spî bilind bû û bû sedema lehiyê. Di encam de tax û kolanên nêzîkî peravê di bin avê de man.

Piştî erdheja 6ê Sibatê ku zirarek mezin gihand navçeyê, vê carê jî bayê başûr (lodos) li Îskenderûnê da û bû sedema lehiyê. Li Îskenderûnê duh 18ê Hezîranê bayê başûr (lodos) rabû û ji ber vê yekê asta ava Deryaya Spî li peravên Îskenderûnê bilind bû.

Ji ber bilindbûna asta ava Deryaya Spî, tax û kolanên nêzîkî peravê di bin avê de man.

Herwiha Kolana Ataturk a bajêr jî di bin avê de ma.

Ji ber avê çûn û hatina otombîlan li hin tax û kolanên bajêr rawestiya û welatî rastî gelek pirsgirêkan bûn.

 

Rudaw

Top