Sekreterê PDK-Sê: Helwesta me ya piştevanîkirina gelê Sûriyê neguheriye
Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl helwesta partiya xwe piştî Kongreya 12emîn dubare kir û ragihand, helwesta wan a piştevanîkirina gelê Sûriyê neguheriye.
Mihemed Îsmaîl ji Kurdistan24ê re ragihand, guherîna serkirdetiya partiyê nabe sedema guherîna helwesta siyasî ya PDK-Sê derbarê rewşa Sûriyê de û tekezî li ser çareserkirina siyasî ya rewşa navxwe ya Sûriyê kiriye.
Sekreterê PDK-Sê destnîşan kir, ji bo şert û merc û qonaxên nû yên niha yên li Sûriyê derketine holê, wan xwe amade kiriye û hêviya xwe anî ziman ku bi çareseriyeke siyasî û biryareke navdewletî dawî bi qeytan û êşên Sûriyê bê.
K24
