Îran û Misir komîteyeke hevbeş ava dikin
Hewldanên wan bo normal kirina têkiliyan didomin.
Kanala Erebiye li ser zarê çend çavkaniyên dîplomatîkî yên Misîr belav kiriye ku, hewldanên navbera Îran û Misirê yên bo normal kirina têkiliyan berdewamin û di vê çarçoveyê de ev her du welat gavên girîng avêtine.
Ev çavkaniyên dîplomatîkî diyar kirine ku, Îran û Misir biryar dane daku, bo domandina danûstandinên xwe û avêtina gavên pêwîst yên bo normal kirina têkiliyan komîteyeke hevbeş ava bikin û ev komîteya han gerînendetiya hewldanên wan her du welatan bo normal kirina têkiliyan bike.
