• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amerîka piştîvaniya serdana Serokê herêmê bo Bexdayê dike

Amerîka piştîvaniya serdana Serokê herêmê bo Bexdayê dike

Amerîka dibêje Îraq û herêma Kurdistanê bo me gelek girîngin.

Civata ewlekariya nîştimanî ya Amerîkayê derbarê serdana Mîrê Qeterê bo Bexdayê û civînên wî yên li gel Serokê herêm û Serokwezîrê Îraqê de, daxuyaniyek weşandiye.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, Amerîka pêşwaziya serdana Mîrê Qeterê bo Bexdayê û danûstandinên navbera Îraq û Qeterê û hewldanên navbera Bexda û Hewlêrê yên bo çareser kirina kêşeyan dike.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, Îraq û herêma Kurdistanê bo Amerîkayê girîngin û Amerîka berevanî ji serbixweyî û serweriya Îraqê dike û dixwaze rola Îraqê di nava civata hevkariya Kendavê de zêdetir bibe.

Top