Mesrûr Barzanî: Nabe hilbijartin were paşxistin
Serokwezîr li gel şandeke leşkerî ya Brîtanî civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Brîtanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser rûpela xwe ya fermî wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya şandeke leşkerî ya Brîtanî bi Serokatiya Şêwirmendê berevanî yê Brîtanî birêz Marshall Sammy Sampson kir.
Di civînê de ku, Konsulusa giştî ya Brîtanyayê li herêma Kurdistanê birêz Rosie Cave jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraq û têkiliyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta afederalî kir û tekez li ser girîngiya parastina mafên destûrî yên herêmê û rêz girtin ji rêkeftinên navbera her du aliyan de kir.
Di mijareke din ya civînê taybet bû bi, giringî û pêdivî bûna lidar xistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û di vê warî de em her du alî li ser vê yekê ku, nabe prosesa hilbijartinê were paşxistin û lazime îsal were kirin hemfikir bûn.
Me ev yek dubare kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye her cure hevkarî û hemahengî bo lidarxistina û serxistina prosesa hilbijartinê pêşkêş bike.
Rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêmê, dawî anîn bi pêla dagîrkirina zemînên Cotkarên Kurd yên li wan deveran û herwiha piştgîrî kirina dezgehên herêma Kurdistanê bo reformên nava wezareta pêşmerge çend babetên din yên civîna navbera me bûn.
