• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Divê hemû karker li Asayîşa Civakî bên tomar kirin ku jiyana wan bê garantî kirin

Mesrûr Barzanî: Divê hemû karker li Asayîşa Civakî bên tomar kirin ku jiyana wan bê garantî kirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana rêveberiya giştî ya kar û asayîşa civakî ya Hewlêrê kir û proseya çaksaziyê û çaksazîkirina karûbarên ewlekariya civakî û dîjîtalkirina arşîva wê lêkolîn kir.

Îro 14.06.2023ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Rêveberiya Giştî ya Kar û Asayîşa Civakî ya li Hewlêrê kir û gotarek girîng jî pêşkêş kir û gotara Serokwezîr waha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Me serdana vir kir ku em bibînin ka pêvajoya ewlehiya civakî çawa dixebite. Ev projeyek e ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir ji hemwelatiyan re, bi taybetî karkerên ku di sektora taybet de kar dikin.

Me dît çawa ev dosya, ev belge hemû li cihên cuda ne û dibe ku demek dirêj karmendekî li ser van dosyayan kar kiribe. Armanc hem ji bo hikûmetê hem jî ji bo karkeran dîjîtalkirina van belgeyan û hêsankirina karûbaran bû.

Bernameya hikûmetê ew e ku hemû karkerên di sektora taybet de bi sîgorteya civakî hatine tomarkirin, ku dê gelek alîkariyan pêşkêşî hikûmetê bikin, derfetên kar û ji bo hemwelatiyan bike ku berê xwe bidin sektora taybet. Ji ber ku ewlekariya civakî di sektora taybet de ji bo wan tê dabînkirin, êdî naçar nabin hemû serî li sektora giştî bidin da ku di pêşerojê de mafên wan bên parastin.

Armanca sereke ya hikûmetê ev bûye ku,  rêjeya ku heta niha bidest xistiye, ku bi baweriya min tenê %10 e, zêde bikin û karê civakî bikin ji bo tomarkirina di ewlehiya civakî de.

Ev, bê guman, gelek alîkariya karkeran dike, di heman demê de hewcedariyên wan ên ji bo piştî malnişînbûnê hene, ev hemî garantî ne. Di heman demê de, beşek ji pereyên ku têne komkirin ne bac e, ev tê wê wateyê ku ewlehiya civakî ne bac e, lê tenê ji bo garantîkirina paşeroja wan kesên ku di sektora taybet de dixebitin. Ev yek dikare ji aliyê hikûmetê ve ji bo sermayeguzariyê bê bikaranîn, ku dê zêdetir alîkariya başkirina aboriya Herêma Kurdistanê jî bike.

Min dît ku ew bi cidî kar dikin, min bihîstiye li Hewlêr û parêzgehên din, Duhok, Silêmanî û rêveberiyên serbixwe zêdetirî 40 hezar dosya li ser asta hemû Kurdistanê hene, lê min bihîst ku li hemû cîha jî kar li ser dikin û bixin nav proseyê û ev kareke gelekî bi hûrgiliye, lê min bîhîst ku dê di çend mehên pêş de ev kar bi dawî bibin. Ev yek dê ji bo karmendan gelek asankariyê çêbike. Di vê derê de cîhê wê ye ku spasiya birêz Wezîra Kar û Karûbarên Civakî û tîma wê bikim. Herwaha spasiya fermangeha Teknolojî û Zanyariyê bikim û ew  tîma ku min destnîşan kiriye ji bo pêkanîna vê projeyê.

Hêvîdarim ev proje û hemû projeyên din yên bername û rojeva vê hikûmetê bi zûtirîn dem werin cîbicîkirin da ku em zêdetir xizmeta hemwelatiyan bikin û dilniyaya daxwaziya gel û xebatkaran bidin wan.

 

Basnews

Top