Nêçîrvan Barzanî: Divê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji ber sedemên siyasî neyên paşxistin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de li ser pesendkirina budceya Iraqê ragihand, divê piştrastiyeke temam hebe ku mafên darayî û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji ber sedemên siyasî neyê paşxistin û piştguhxistin.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Pêdivî ye yasaya bûdceyê bi awayekî dadperwerane were cîbicîkirin û pêgehê Herêma Kurdistanê weke qewareyekî siyasî ya destûrî û navçeyên nakokdar li ber çavan bê girtin û maf û berjewendiyên wan bêne parastin.”
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Em pêşwaziyê li pesendkirina bûdçeya sê salan a Iraqê dikin. Em hêvîdar in ku ji bo geşepêdana aborî, aramiya siyasî û çêkirina jîngeheke baş a veberhênanê, bibe nexşerêyek baş. Em destxweşiyê li wan hemû birêzan dikin ku bi dilsozî ji bo berjewendiyên welatiyan û wekheviya xelkê Iraqê kar kirine.”
Herwiha destnîşan kir: “Mixabin di dema gotûbêjên parlamentoyê da hinek parlamenteran bi awayekî nerast li hember mafên Herêma Kurdistanê û navçeyên nakokdar reftar kirin. Tiştê ku qewimî, ne li gorî prensîbên rêkeftina siyasî ya Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ye û ev rê û rêbaza xebatê, xizmeta proseya siyasî, rewş û paşeroja Iraqê nake.”
Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Pêdivî ye yasaya bûdceyê bi awayekî dadperwerane were cîbicîkirin û pêgehê Herêma Kurdistanê weke qewareyekî siyasî ya destûrî û navçeyên nakokdar li ber çavan bê girtin û maf û berjewendiyên wan bêne parastin. Divê piştrastiyeke temam hebe ku mafên darayî û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji ber sedemên siyasî neyê paşxistin û piştguhxistin.”
Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike: “Tiştê ku me di dema gengeşekirina bûdçeyê da dît, cihê dilgiraniyeke kûr bû û careke din wê rastiyê îspat dike ku parçebûna aliyên Kurdistanî dê zirarê bide Herêma Kurdistanê. Lê tevî vê jî, bi îradeya siyasî ya hevbeş û li berçavgirtina berjewendiya giştî, em dikarin vê derfetê ji bo bihêzkirina baweriya hevbeş, baştir rêkxistina karûbarên navxweyî, kêmkirina aloziyan û çareserkirina pirsgirêkan ji bo bihêztirkirina Iraq û Herêma Kurdistanê bi kar bînin.”
K24
