Li Pakistanê ji ber barîna baranên tund û dijwar 28 kes mirin
Li eyaletên Hayber Pahtunhva û Pencap ên Pakistanê baranên tûnd û dijwar bûn sebeb herî kêm 28 kes jiyana xwe ji dest bidin û zêdetirî 150 kesan jî birîndar bûn.
Li herêmên Bannu û Lakki Marvat ên ser bi eyaleta Hayber Pahtunhva barîna baranên tund û şidyayî bû sedem 16 kes jiyana xwe ji dest bidin û 146 kes jî birîndar bibin. Hat ragehandin di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de jin û zarok jî hene.
Hat ragehandin li wan herêma banê gelek malan hatiye xwarê, herwaha dîwarên gelek malan hilweşiya ye û ji ber wan baranan nêzîkî sedî 70yê malan de ziyan derketine holê.
Herwaha li herêmên Sargoda, Gujranvala, Faysalabad û Huşab ên eyaleta Pencabê jî baranan gelek bandor li jiyanê kir.
Hat ragehandin li gundê Çan ê ser bi Huşabê ji ber malek hilweşiyaye 3 kesan canê xwe ji dest dane.
Li Gujranvala jî ji ber bandora barîna barana zêde di rêyan de qeza çêbûn û 10 kes birîndar bûn.
Li hin herêman jî elektrîk qutbûn.
Li herêmên ku baran lê bandor kiriye xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin û nexwaşxane jî di rewşa amadebaşiya bilind de ne.
Hat ragehandin bi giştî heta naha 28 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 150 kes jî birîndar in.
Basnews
