Li Sêwazê lehî rabû û ziyan gihişt zeviyên çandiniyê
Li navçeya Kangalê ya parêzgeha Sêwaz a Bakurê Kurdistanê piştî baranê û teyrokê li gundê Kuşkayayê lehî rabû.
Li navçeya Kangalê ya Sêwazê seranserê rojê barana gur barî û ber bi êvarê gurtir bû.
Ji ber baranê Çemên Çamçukura yê li gundê Kuşkayayê, avê ser re avêt û lehî rabû. Avê da binê hin mal û baxçeyên welatiyan û tiştên wan li ber avê çûne.
Herwiah ji ber lehiyê rêya çûnûhatina otomobîlan jî xira bû û di heman demê lehiyê ziyaneke mezin gihand zeviyên çandiniyê yên wî gundî.
Rudaw
