Li Herêma Kurdistanê Peymangeha Perwerde û Birêvebirina Krîzan hatê vekirin
Duh 04.06.2023yê bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Giiştî ya Navenda Hevbeşî û Hemahengiya Krîzan û hemû parêzgar û îdareyên serbixwe li gel şandeyekî bilind a Almanya û konsulê Almanya li Herêma Kurdistanê peymangeha rahênan û perwerde û rêvebirina krîzan hate vekirin.
Di merasîma vekirina Peymangeha Perwerde û Rêvebirina Krîzan de Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed gotarek pêşkeş kir û ragehand: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê fermana vekirina navenda herî baş û bihêz ya bersivdan û çareseriya krîzan derxistiye.
Wezîrê Navxwe got: ‘’Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar ji bo vekirina navenda bersivdana herî bihêz a krîzan kiriye.’’
Rêber Ehmed diyar kir: ‘’Em bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê serbilind in û hewkariya hêzên Almanya ya ji bo perwerdeya hêzên Pêşmerge jî em bilind dinirxînin.’’
Wezîrê Navxwe diyar kir, rê nadin ti kesê li Herêma Kurdistanê çanda pêkvejiyanê têkbide û got: ‘’Divê rêkeftinameya asayî kirina rewşa Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de jî bê cîhbicîh kirin.’’
Basnews
