Berpirsekî PDKê: Li sînorê Kerkûkê erebkirinekî metirsîdar û bi planekî darijtî birêve diçe
Li Kerkûkê proseya erebkirinê berdewame û berpirsekî PDKê jî radigehîne ku li sînorê Kerkûkê erebkirinekî metirsîdar û plan darijtî birêve diçe û armanc jî derxistina kurdane li parêzgehê.
Îro 03.06.2023yê endamê mekteba rêxistina Kerkûk – Germiyan a PDKê Ferhad Kerkûkî ji BasNewsê re ragehand: Proseya erebkirinê ji salên 1960î ve destpê kiriye û ewên ku wê erebkirinê dikin beşekin ji siyaseta şovenîst a erebî û ev ronî ye. Naha jî ma serdema wê maye ku zeviyên xelkê dagirdikin. Cotkarên kurd li sînorê Kerkûkê tapoya erdên wan heye û tu dibînî ku erebên bajarên naverast û başûrê Iraqê tên û bi fişar û givaşê zeviyên wan dagir dikin. Ev neheqiye.
Herwaha got: Tişta pêktê nedadperwerî ye û desthilatdarên Iraqê jî baş wê dibînin ku kurd li Kerkûkê û li cîhên din li ser erdên xwe ne û rê nadin karên xwe bikin û erdên wan dagir dikin. Tişta ku tê kirin ji aliyê parêzgerê nerewa yê Kerkûkê ve û bi hêzên artêşa Iraqê ve ku tên û nabe bi ti awayekî erd û zevî bi navê artêşa Iraqê be û tapoyên kevin ên zeviyan ê xelkê heye li sînorê Kerkûkê û xelk bii salane ew zevî bikaranîne, lê dîsa jî rêgiriyê li wan dikin.
Herwaha got: ‘’Tişta ku tê kirin û pêktê, ji bo ku xelk ji deverê biçe û li gund û navçeyên xwe nemînin û ev jî metirsiye û planekî hatî danîne ji bo kurdan. 20 sale Beis nemayelê careke din siyaseta erebkirin û derxistina kurdan dane destpê kirin û yek ji sedemê wê jî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017ê ye û bûye sedemê vê rewşa naha. Heger na hertişt di dest me de bû û çend kîlometre mabûn em bigehin çiyayê Hemrînê. Raste ereb û tirkmen birayên me ne, lê kurdan ti demekê zeviyên kesê dagir nekirine, xelk her li ser mal û mulkê xwe bûye. Ew tên ser kurdan, ji bo wê jî ew siyasetekî şovenîstî birêve dibin û parêzgerê nerewa yê Kerkûkê pir bihêz kar li ser erebkirinê dike û hêzên ewlehiyê jî dûr li yasayê piştgiriyê li erebên hawirde dikin.
Çend rojeke careke din hêzên sepandî yên li ser Kerkûkê li sînorê nahyeya Sergeran û gundê Topzaww pirsgirêkan ji bo cotkarên kurd ava dikin û ti kesek jî tine piştgiriya cotkaran bike û rêgiriyê li wî karî bike.
Basnews
