• Thursday, 19 February 2026
logo

Îran serê xwe bo zextên Ewrûpiyan çemand

Îran serê xwe bo zextên Ewrûpiyan çemand

3 girtiyên Ewrûpî azad kiriye.

Li gor nûçeyeke rojnameya mdeast.news rejîma Îranê sê welatiyên Ewrûpî ku, du ji wan Nemsayî û yeke din jî Danîmarkiye azad kiriye.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, di encama zextên dîplomatîkî yên welatên Ewrûpî de duhê înê rejîma Îranê razî bûye ku, du welatiyên Nemsayî û welatiyeke Danîmarîkî yên ku, li Îranê ji aliyê rejîmê ve hatibûn girtin, azad bike.

Ji aliyê xwe ve hikûmeta Nemsayê jî daxuyaniyek weşandiye û ragihandiye ku, zextên dîplomatîkî yên me û hevbeşên me gehêştin encam û Îranê welatiyên me yên girtî azad kiriye.

ev her sê welatiyên biyanî bi hinceta hewldan li dijî rejîma Îranê û sîxorî kirinê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibûn girtin.

 

 

Top