• Thursday, 19 February 2026
logo

Civîna parêzgarên Herêma Kurdistanê li gel parêzgarên Rojhilatê Kurdistanê birêve çû

Civîna parêzgarên Herêma Kurdistanê li gel parêzgarên Rojhilatê Kurdistanê birêve çû

Civîna parêzgarên Herêma Kurdistanê li gel parêzgarên Rojhilatê Kurdistanê birêve çû û di civînê de Wezîrê Navxwe û Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê jî beşdar bû.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragehand, îro yekem civîna parêzgar û serpereştyarên îdareyên serbixwe ya Herêma Kurdistanê li gel parêzgarên Urmiye, Sine û Kirmaşan ên li Rojhilatê Kurdistanê bi beşdariya tîmên herdu aliyan ji hemû aliyên pêwendîdar û bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Îranê û Cîgirê Wezîrê Derve û hejmarek parlamenterên navçeyê ve civîn birêve çû.

Parêzgarê Hewlêrê got: Di hevdîtinê de behsa pêwendiyên Herêma Kurdistan, li gel Îranê û pêwendiyên parêzgarên herdu aliya li gel yek hate kirin û behsa pêşxistina pêwendiyan hate kirin.

 

Basnews

Top