• Thursday, 19 February 2026
logo

Lîreya Tirkî li hember Dolar rekoreke dîrokî tomar kir

Lîreya Tirkî li hember Dolar rekoreke dîrokî tomar kir

Lîreya Tirkî li hember Dolarê Amerîkî rekoreke dîrokî tomar kir û nirxê her dolarekî, gihîşte 20 lîre û 90 qirûşan.

Lîreya Tirkî nirxê xwe yê li hember pereyên biyanî roj bi roj ji dest dide û îro 2ê Hezîrana 2023an jî rekoreke nû li ser vê nirxê jidestdanê hate tomarkirin.

Îro danê sibe li bazarên Tirkiyê, dolarekî Amerîkî bû 20 lîre 90 qirûş. Lê piştî demekê daket 20,88 lîreyan.

Siyaseta hikûmeta Tirkiyê ya kêmkirina fayîzan, gelek sedemên siyasî yên cûrbecûr û siyasetên aboriyê, dibe sedema daketiya nirxê lîreyê.

Lîre li gor sala borî nirxê xwe ji sedî 25 kêm kiriye û piştî hilbijartinê tê çaverekirin ku nirxê xwe bi dijwarî kêm bike.

 

K24

Top