Nêçîrvan Barzanî telefûna Pavêl Talebanî kir
Jiber salvegera damezrandina YNKê pîrozbayî li wî kir.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 48mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê telefûna Serokê vê partiyê Pavêl Talebanî kir û bo salvegera damezrandina YNK pîrozbayî li Serokê YNK, Serkirdatî, endam û alîgirên vê partiyê kir û hêviya serkeftinê bo wan xwest.
Nêçîrvan Barzanî rixmî balkêşandine ser xebat û têkoşîna YNK rola Serokê YNK Mam Celal jî bibîr anî û hêvî xwest ev bîranîna han bibe faktera yekîtî û yekrêziya aliyên Kurdistanî bi taybetî PDK û YNK.
Ji aliyê xwe ve Pavêl Talebanî jî bi navê xwe û Serkirdatiya YNK spasiya Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
