• Thursday, 19 February 2026
logo

PDK tekez li ser dostatî û yekrêziya aliyên Kurdî dike

PDK tekez li ser dostatî û yekrêziya aliyên Kurdî dike

Peyameke pîrozbayî pêşkêşî YNK kiriye.

Îro mekteb siyasiya partiya demorkata Kurdistanê bi minasebeta 48 saliya damezrandina Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Serkirdatî, endam û tevahiya alîgirên vê partiyê kiriye.

Mekteb siyasiya PDK di peyama xwe de rixmî ku, hêviya berdewamî û pêngavên nû bo YNK xwestiye, hevdem tekez li ser hemahengî, yekîtî û dostatiya navbera tevahiya aliyên Kurdistanî kiriye bo rûbirû bûna astengiyên qonaxa niha û berevanî kirin ji berejwendiyên welatiyan, maf û pêgeha herêma Kurdistanê.

PDK herwiha tekez li ser girîngiya yekîtî û yekdengiya aliyên Kurdî bo parastina maf û destkeftiyên gelê Kurdistanê, hilbijartinên parlementoyê û bihêztir kirina bingehên demokrasiyê kiriye.
 

Top