• Thursday, 19 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî li ser çareserkirina kêşeya zeviyên kerta 21 a Tobzawe Ehmed rizamendî nîşan da

Mesrûr Barzanî li ser çareserkirina kêşeya zeviyên kerta 21 a Tobzawe Ehmed rizamendî nîşan da

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî nîşan da li ser çareserkirina kêşeya zeviyên kerta 21 a Tobzawe Ehmed û pêkanîna rêkarên yasayîs li hember wan kesan ku bûne sedema dirustbûna vê kêşeyê.

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, bi mebesta çareserkirina kêşeya zeviyên kerta 21 a Tobzawe Ehmed a li sînorê Şaredariya Hewlêrê weke zeviyê sindoqî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî nîşan da li ser çareserkirina wê kêşeyê.

Herwiha hat diyarkirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî daye li ser pêkanîna rêkarên yasayî li hember wan kesên bûne sedema dirustkirina vê kêşeyê.

 

Basnews

Top