Artêşa Iraqê li dora kampa Mexmûrê xendeqan dikolê
Artêşa Iraqê ji bo kontrol kirina hatûçûna kampa Mexmûrê xendeqan li dora kampê dikole.
Li gor girte vîdeoyekî ku geheştiya BasNewsê, artêşa Iraqê ji bo kontrol kirina hatûçûya kampa Mexmûrê xendeqan li dora kampê dikole û ev çend roje derdora kampê bi giştî jî girtiye.
Roja 20.05.2023yê hêzên artêşa Iraqê çûn ser kampa Mexmûrê û hewldan têlbend bikin, lê xelkê nav kampê di bin fişara PKKê de dest bi xwepêşandanê kirin û rêgirî li çêkirina têlbendê kirin.
Çavkaniyên ewlehiyê jî diyar kirin ku biryara Iraqê ew e, wê kampê têlbend bike û bike kampekî sivîl, ji ber nabe kampekî sivîl be û çekdar û rahênan û perwerdeya çekdarî têde hebe.
Basnews
