Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serxweşî li Muhsîn Dizeyî kir
Duh 23.05.2023yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyekî telefonî de, bi boneya koça dawî ya xwedê jê razî Mehmûd Kanebî Axa yê Dizeyî ku kurmam ango pismamê wî ye, serxweşî li kesayeta niştimanperwer û tekoşerê navdar Muhsîn Dizeyî kir.
Serokê hikûmetê serxweşî û hevxemiya xwe gehand Muhsîn Dizeyî û hêvî xwest ji xwedayê mezin xwedê jê razî bi beheştê şad bike û sebr û aramiyê bide kesûkar û malbata wan.
Li beramberda Muhsîn Dizeyî jî spasî û pêzanînên xwe û malbata xwe ji bo wê pêwendî û hevxemiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da.
Basnews
