• Thursday, 19 February 2026
logo

HPGê nasnameya gerîlayên ku Şirnexê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir

HPGê nasnameya gerîlayên ku Şirnexê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir

HPGê nasnameya gerîlayên ku di şerê 15-16ê Gulanê de li herêma Besta ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir. Herwiha Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî ragihandibû ku 4 leşker û cerdevanekî hatine kuştin.

 15-16ê Gulanê de li herêma Besta ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derketibû.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di derbarê şer de ragihandibû ku 4 leşker û cerdevanekî hatine kuştin, herwiha 2 gerîlayên PKKê jî di heman şerî de jiyana xwe ji dest dane.

Li aliyê din baskê leşkerî yê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û nasnameya gerilayên ku jiyana xwe ji dest dane eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniya HPGê nasnameya gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Mehmet Şakir Alici bi nasnavê Dilşêr Çiyareş ji Wanê û Dîcle Yemen bi nasnavê Bawer Med ji Colemêrgê ne.

 

Rudaw

Top