• Thursday, 19 February 2026
logo

Zêdetir ji 1 miliyon aware û penaber li Kurdistanê dene

Zêdetir ji 1 miliyon aware û penaber li Kurdistanê dene

Nîveya zêdetir ya wan penaberên Îraqî ne.

Li gor raporteke hikûmeta herêma Kurdistanê niha li herêma Kurdistanê bi giştî 926 hezar û 18 penaber û aware li herêma Kurdistanê dene.

Beşek ji wan aware û penaberan di nava kempan dene û beşeke din jî di nava bajarên curbicur yên Kurdistanê de bicîh bûne.

Herwiha hatiye diyarkirin ku, 664 hezar û 237 kesên wan aware û penaberên Îraqîne, zêdetir ji 10 hezarên wan jî ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê ne.

250 hezar aware û penaberên din jî ji Rojava û Sûriyeyê ne, 9 hezar ji Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê û 740 kesên din jî aware û penaberên Felestînî ne.

Top