Bafil Talebanî: PDK û Hikûmeta birêz Mesrûr biryareke wêrek dan
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî got, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Hikûmeta birêz Mesrûr Barzanî biryareke wêrek dan.
Bafil Talebanî ji medyayê re got: “Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Hikûmeta Birêz Mesrûr Barzanî biryareke bi cesaret dan, her der krîza darayî heye, lê vê hikûmetê karîbû guh bide her kesî ku xizmeta Kurdistanê bike.
Herwiha Bafil Talabanî dibêje: ‘’Niha ku mûçe bûye karê pêşîn û proje û tişt bi awayekî dadperwerane tên cîbicîkirin, ew du gavên pir baş bûn. Ez pîrozbahiyê li hemû kesên ku di vê biryarê de cih girtine dikim.Demek dirêje em li ser vê pirojeyê kar dikin, gelek spas ji bo birêz Mesrûr û Qubad ku karîn bi mêrxasî vê biryarê bidin.’’
Basnews
