Hamîdî Hacî Xalî: Peyama Kak Mesûd Barzanî yek ji peyamên baş ên dîrokî û giring e
Endamê Polîtburoya YNKê Hamîdî Hacî Xalî di daxuyaniyekî de ji BasNewsê re ragehand, herçend YNK û PDKê berê gelek tengezariyên zêde di navbera wan de hebûn jî, lê rêkeftina herdu partiyan kareke gelek başe û di berjewendiya bilind a gelê me de ye. Ji ber eger YNK û PDK navbera wan baş nebe, wê demê rewşa Herêma Kurdistanê têkdiçe û neyarên me sûd ji têkçûna navmala kurdan dibînin.
Derbarê peyama Serok Barzanî ya ji bo aştiya navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de jî rêveberê YNKê got: ‘’Peyama Kak Mesûd Barzanî yek ji peyamên baş ên dîrokî û giring e. Ji ber ku piştî wê peyama Kak Mesûd Barzanî aliyên siyasî di gotûbûj û guftûgoyê de ne, ku pêngavên cîdî ji bo çareseriya pirsgirêkan bên avêtin.’’
Hamîdî Hacî Xalî diyar kir, hêviya xelkê Kurdistanê ev e, partî û aliyên siyasî di nav xwe de yekrêz û hevgirtî bin, ji ber wê divê YNK û PDK wek du partiyên serekî yên Kurdistanê ji bo berjewendiya xelkê, daxwazên gelê Kurdistanê li berçav bigrin û nakokiyên xwe bidin aliyekî û ti demekî nakokiyan ava nekin.’’
Roja 11.05.2023yê Serok Barzanî di dema merasîma vekirina Mûzexaneya Niştimaniya Barzanî ya li Barzanê de peyamek ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re da û daxwaz kir ku rûpelekî nû vekin û diyar kir: ‘’Bi dijatiya hevdu kirinê ve ti kesek çi tiştekî bidest naxe.’’
Basnews
