Berhemên Kurdistanê ji welatên Ewrupa re tên şandin
Berhemên cotkarên Kurdistanê bi rêya kargehekî navxweyî ve ji welatên Yekitiya Ewrupa re tên şandin û yek ji armancên kabîneya nehem jî bi bazarkirina berhemên cotkaran e.
Îro 15.05.2023yê Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Li qeza Akrê kargehekî navxwe bi hewkarî û hemahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, berhemên cotkaran paket dike û dixe nav kartonên taybet û li ser jî dinivîse Made in Kurdistan û ji welatên derve re dişîne.
Herwaha hat ragehandin; ‘’Ji naha û şûnde cotkar ne di wê xemê de ne ku berhemên wan çawa û li kuderê dê bên firotin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê sozên xwe cîhbicîh dike û wê pirsgirêka cotkaran çareser dike.’’
Cotkarê bi navê Mehmûd Mihemed, salane berhemên xwe to wê kargehê tîne ji bo henardekirinê û keyfxweşe bi wê yekê ku berhemên wî ne tenê Ii Kurdistanê, li welatên derve jî tên firotin.
Bi bandora wê kargehê ve Mehmûd Mihemed ji Fermangeha Medya û Zanyaran re ragehandiye: ‘’Karekî gelek başe û naha hin kompanya hatine damezrandin ku destpêşxeriyê dikin û berhemên me dibin derve û bêguman dê bandora wê ya erênî li ser berhemên me hebe.’’
Mehmûd Mihemed yek ji wan cotkarane ku sûd ji vê destpêşxeriyê wergirtiye û berhemên wî ji derve re hatine şandin. Bi keyfxweşî jî dibêje: ‘’Ne tenê ji bo min, ji bo hemû cotkarekî Kurdistanê sûda wê heye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê moleta damezrandina gelek kargehên navxwe daye, ku piştî tejî kirina pêwîstiya navxwe, berhemên xoyî bi nav û ala Kurdistanê ve dê ji derve re bên şandin.
Wek 3 berhemên serekî yên Kurdistanê birinc, simaq û tehîn ji bo bên henardekirin hatine amade kirin û xistine nav kamyonekî barhelgir û ew berhemane dê ji welatên Yekitiya Ewrupa re bên şandin.
Vê derbarê de xwediyê kargehê Aras Hamîd dibêje: ‘’Ew berhemên ku ji cotkarên kurd em dikirin, bi çend proseyan re derbas dibe û dikevin nav paket û kartonê û ji bo henardekirinê tên amade kirin.
Herwaha diyar kir: ‘’Henardekirina wan berhemane, dibe sedem berhemên cotkaran pareyekî zêdetir bike û ev yek jî bandorê li ser zêdebûna berhemên cotkaran dike.’’
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ku cotkar bikarin berhemên xwe bikin pare hewkariya wan dike, herwaha rê xweş dike bo henardekirina wan berheman û yek ji armancên kabîneya nehem jî dîtina bazarê ye ji bo berhemên navxweyî
Basnews
