• Thursday, 19 February 2026
logo

Şanda hevpeymaniya cîhanê serdana wezareta pêşmerge kir

Şanda hevpeymaniya cîhanê serdana wezareta pêşmerge kir

Giftûgo li ser hemahengî û hevkariya navbera her du aliyan de hatiye kirin.

Li gor daxuyaniya wezareta pêşmerge, îro şandek ji tîma Şêwirmendên hevpeymaniya cîhanî serdana wezareta pêşmerge kiriye û ji aliyê Serokerkanê giştî yê wezaretê ve hatiye pêşwazîkirin.

Di civînê de her du aliyan giftûgo li ser karên hevbeş yên di navbera hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî de kirine.

Herwiha şanda hevpeymaniya cîhanî tekez li ser berdewamiya hevkarî û piştîvaniya hevpeymaniya cîhanî bo hêzên pêşmerge kiriye.
 

 

Top