• Thursday, 19 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî pîrozbayî li Yekîtiya Mamsoteyên Kurdistanê dike

Mesrûr Barzanî pîrozbayî li Yekîtiya Mamsoteyên Kurdistanê dike

61 sale ev Yekîtiya han hatiye avakirin.

Bi minasebeta 61mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek belav kiriye ku, ev jî naveroka peyamê ye;

Bi minasebeta 61mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, pîrozbayiyeke gerim pêşkêşî Serok û endamên mekteba Sekretariyet û tevahiya Mamosteyên Kurdistanê dikim û hêviya berdewamî û serkeftinê bo wan dixwazim.

Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê xwedan roleke diyar û xebateke berçave di nava tevgera azadîxwaz ya gelê Kurdistanê de û hertim di nava eniya pêş ya berevanî kirin ji mafên xelkê Kurdistanê bû û xebata pîşeyî ya bo berevanî kirin ji mafên Mamosteyan.

Bi vê minasebeta han bi rêzdarî ve rola Mamosteyên Kurdistanê bilind dinirxînin ku, di qonaxên cuda û dijwar de erkê xwe yê pîroz domandine bo berdewamî dan bi prosesa perwerdehiyê, hîn kirin û pêgehandina nibişên nû.

Hêvî dikim Mamosteyên Kurdistanê bi awayeke serkeftî di erk û rola xwe ya bibandor de berdewam bin bo ava kirin û pêgehandina nibişeke nîştimanperwer û dahêner daku, bi hevkariya tevahiya aliyan Kurdistan zêdetir geşe bike û di tevahiya waran de pêş bikeve.

 

Top