• Thursday, 19 February 2026
logo

Îraq û Îran rêkeftina xwe heta 5 salên din dirêj kirin

Îraq û Îran rêkeftina xwe heta 5 salên din dirêj kirin

Ev rêkeftin taybete bi hinarde kirina gaza Îranê bo Îraqê.

Wezareta petrolê ya Îranê ragihandiye ku, duhê rayedarên Îraqî û Îranî li ser rêkeftina henarde kirina gaza Îranê bo Îraqê civiyane û di civînê de nirxandin bo naveroka rêkeftina berê yaku, wernêrîn bo hatiye kirin, kirine.

Li gor daxuyaniya wezareta petrola Îranê, her du alî li ser dirêj kirina rêkeftina han bo 5 salên din lihev kirine û bi vê awayî heta 5 salên din Îran gaz henardeya Îraqê dike.

Top