• Thursday, 19 February 2026
logo

Sibe gelê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê diçin ser sindoqan

Sibe gelê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê diçin ser sindoqan

 Li çar aliyê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sibe ji demjimêr 08:00an heta 17.00an, dê dengder di çarçoveya Hilbijartina Parlamenteriyê ya Heyama 28an û Hilbijartina Serokomariyê de biçin ser sindoqan.

Kesên xwedî mafê dengdanê ne, sibe dê serokomar û endamên parlementoyê yên ku dê heta 5 salan erkê xwe bikin, hilbijêrin.

Li 973 navçeyên 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 191 hezarî zêdetir sindoq wê bên danîn.

Di hilbijartinê de ji nav welêt 60 milyon û 697 hezar û 843 dengder wê bikaribin dengê xwe bidin û ji wan 4 milyon û 904 hezar û 672 dengder cara ewil e ku dê dengê xwe bidin.

Dengdan li çar aliyê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sibe di saet 08.00an de dest pê dike û di 17.00an de bi dawî bibe.

Di pisûlaya hilbijartina serokomariyê de navê Recep Tayyîp Erdogan, Muharrem Înce, Kemal Kiliçdaroglu û Sînan Ogan heye, Muharrem Înce ji namzediya serokomariyê vekişiya, lê navê wî ji ber ku pisûlayên hatibûn çapkirin de cih girtibû, êdî wisa ma.

Di çarçoveya Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 28emîn de jî 24 partiyên siyasî û ji seranserê Tirkiyê jî 151 namzedên parlamenteriyê yên serbixwe hene.

Di hilbijartina serokomariyê ya sibe de eger ji namzedên serokomariyê tu kes ji piraniyê zêde deng wernegire, dê gera duyemîn di 28ê Gulanê de bê kirin.

 

K24

Top