• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokwezîrê Îraqê li gel Mîrê Êzidiyan civiya

Serokwezîrê Îraqê li gel Mîrê Êzidiyan civiya

Behsa rewşa Şingal û Êzidiyan hate kirin.

Îro li Mûsilê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî pêşwaziya şandeke Êzidiyan ya bi Serokatiya Mîrê Êzidiyan Hazim Tehsîn Beg kir.

Di civînê de behsa rewşa Şingalê û awedan kirina Şingalê hate kirin û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî jî tekez li ser piştîvanî kirin ji maf û daxwazên Êzidiyan û tevahiya pêkhateyên din yên deverê kir.

Sûdanî herwiha eşkere kiriye ku, hikûmeta wî hewl bo afirandina derfetên baş û goncaw bo vegerandina awareyên Êzidî bo ser mal û warên wan dike.

Top