• Thursday, 19 February 2026
logo

Fuad Husên: Lihevtêgeheştinekî baş di navbera Bexda û Hewlêrê de heye

Fuad Husên: Lihevtêgeheştinekî baş di navbera Bexda û Hewlêrê de heye

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ji BasNewsê re ragehand, naha pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê gelek baş in û pêngavên cîdî hatine avêtin ji bo çareseriya pirsgirêkên di navbera herdu aliyan de û lihevtêgeheştinekî baş heye.

Herwaha got: ‘’Pêwîste partiyên siyasî yên Kurdistanê hemû yekdeng û yekhelwêst bin ji bo çareseriya pirsgirêkên Herêma Kurdistanê. Bi taybet pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ji ber pirsgirêk bi yekhelwêstî dikare bên çareser kirin.’’

Wezîrê Derve yê Iraqê ragehand: ‘’Wek vê destpêşxerî û daxwaza Serok Barzanî ji hemû partiyan kir, pêwîste ji bo berjewendiya gelê me yekhelwêst bin û ev destpêşxerî gelek giring e û rewşa Kurdistanê dê asayî bike.’’

 

Basnews

Top