Piştî girtina Serokwezîrê berê yê Pakistanê xwepêşandan destpê kirin û 9 kes mirin
Serokwezîrê berê yê Pakistanê Imran Khan ku roja sêşema borî hate girtin û li hember wê yekê xwepêşandan destpê kirin û di wan xwepêşandanan de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane geheşt 9 kesan û 290 kes jî birîndar bûn.
Serokwezîrê berê yê Pakistanê Imran Khan bi tometa gendeliyê hatibû girtin û piştî wê jî bi hezaran alîgirên wî derketin kolanan û di navbera polîs û alîgirên wî de pevçûn berdewam dikin.
Li gor daxuyaniya polîs, hat ragehandin, hejmara kesên ku di wan xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane geheştiye 9 kesan û 290 kes jî birîndar bûne. Hat ragehandin ji Partiya Tevgera Dad 2 kesên di asta bilind de û herwaha wezîrê berê Asad Umar jî hatine girtin.
Wezîrê Navxwe yê Pakistanê Rana Sanaullah roja sêşemê ragehandibû, serokwezîrê berê Imran Khan bi tometa gendeliyê agahdarî û bangên xwe radest kirinê li berçav negirtiye û piştî wê ji aliyê Buroya Netewî ya Heseb dayînê ve hatine girtin. Ji ber bûyerên tundiyê yên li Pakistanê gelek rê ji hatûçûnê re hatin girtin û dibistan hatin betlane kirin.
