• Thursday, 19 February 2026
logo

Bexda- Bi hezaran karmend li Meydana Tehrîrê xwepêşandan kirin

Bexda- Bi hezaran karmend li Meydana Tehrîrê xwepêşandan kirin

Bi hezaran karmend îro roja sêşemê 09.05.2023an li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê xwenîşandan kirin, ligel hêzên ewlekarî yên giran.

Sendîkaya Karmendên Iraqî bang li karmendan kir ku roja sêşemê xwepêşandanan li dar bixin û daxwaza zêdekirina mûçeyên xwe bikin.

Li gor zanyariyên BasNewsê, roja sêşemê karmendan li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê dest bi xwepêşandanan kirine û karmend dixwazin mûçeyên xwe zêde bikin berî ku bûdceya Iraqê ya îsal û 2 salên bê ji aliyê parlamentoyê ve were pesendkirin.

Di xwenîşandanê de, karmendan daxwaza wekheviya mûçeyên karmend û berpirsan kirin û daxwaz kirin ku cudahiya mûçe di navbera wezaretekê ji wezareteke din re were dayîn.

 

Basnews

Top